Tenê çend deqeyan piştî derketina biryara hikumeta Şamê ya bilindkirina nirxê sotemeniyê, serokê hikumeta Şamê Beşar Esed, biryara zêdekirina mûçeyên karmendên sektora giştî û ya leşkerî, ragihand.
Biryara Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezêxeran a buhakirina sotemeniyê, rastî bertekên tund ji aliyê welatiyan ve hat.
Piştî bilindkirina buyahê sotemeniyê, serokê hikumeta Şamê Beşar Esed, biryara zêdekirina mûçeyên karmendan 100% ragihand.
Li gorî biryara Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezêxeran a hikumeta Şamê, nirxê sotemeniyan wiha bûye:
Lîtreya mazota medûm ji 700 L.S bû 2000 L.S.
Lîtreya mazota serbest bû 11 hezar û 550 L.S.
Mazota endustriyê bû 8 hezar.
Buhayê benzîna oktan 90 jî ji 3 hezarî bû 8 hezar û ya oktan 95 jî ji 10 hezaran bû 13 hezar û 500 L.S.
Hikuemta Şamê ji bêrîka welatiyan mûçeyan zêde dike
Biryara buhabûna sotemeniyê di demekê de tê ku li Sûriyê krîzeke aborî heye û lîreya Sûrî nirxê xwe li beramber dolar wunda kiriye.
Banka navendî ya hikumeta Şamê nirxê her dolarekî Amerîkî bi 10 hezar û 700 L.S destnîşan kiriye, lê li bazara reş dolar sînorê 15 hezar û 500 lîre derbas kiriye.
Li hember vê biryarê gelek welatiyan nerazîbûna xwe nîşan da û da zanîn ev biryar, rewşa debarê xirabtir dike.
Ji nav nerazîbûnên li ser malperên civakî, welatiyekî li şûna navê wezaretê yê ‘Parastina Mezêxeran’ navê ‘ Mijandina Xwîna Mezêxeran’ nivîsand.
Lê diyar e hikumeta Şamê guh nade têkçûna rewşa jiyanî ya welatiyan û ne di xema dîtina çareseriyekê de ye.
Hikumeta Esed, heta di biryara zêdekirina mûçeyan de jî sûdê werdigire.