HPG diyar kir ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi çalakiyan dest bi sala 40’emîn a têkoşînê kirin û got: Di çalakiyên hêzên me de; 6 dagirker hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn.
Li dijî dagirkeriya Tirk û arteşa wê a li Başûrê Kurdistanê çalakiyên gerîla didomin.
Têkildarî vê yekê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û ev agahî dan:
Di navbera 14 û Tebaxê de, Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl
Bi pêşengtiya YJA Starê gerîlayan 12 caran li dijî dagirkerên li Girê Cûdî dan.
Di çalakiyan de 6 dagirker hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn
Sîstemeke kamera ya mobesseyê hate îmhakirin û derb li gelek çeper û kel û pelên leşkerî jî hate xistin.”
Her wiha li Herêma Xakurkê jî hêzên gerîla bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Derwêş xistin.
Li ser êrişên dagirkeriyê arteşa dewleta Tirk a dagirker jî HPG’ê got:
Herêma Zap û Xakurû bi giştî 7 caran hatin bombekirin.