Şaredariyên herêma Cizîrê civîna xwe ya salê li darxist

Şaredariyên Herêma Cizîrê duh civîna xwe ya salê lidarxistin.
Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû.
Ji biryaran ya herî girîng çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê li Hesekê ye.

Şaredariyên Herêma Cizîrê civîna xwe ya salê lidarxistin.

Di civînê de bêhtirî 500 nûner û mêvanên ji saziyên cuda yên herêmê beşdar bûn.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed di civînê de axivî û got:

“Rêveberiya herêmî ji bo avakirina pergala rêveberiyên herêmî ên şaredariyan xebatên baş kirin.

Dema gel bi xwe beşdarî biryar û xebatên xizemtguzariyê bibe, wê demê ew rêveberî bi ser dikeve.”

Piştre Rapora salê hat xwendin.

Beşdaran pêşniyar û rexneyên xwe der barê karê şaredariyan de parve kirin.

Ji bo sala bê plansaziyek ji bo birêxistinkirina kar û xebatên şaredariyan hat dayîn ..

Bendên plansaziyê wiha ne:

  • Girîngiya danîna bernameyeke stratejîk ji aliyê Meclisa Şaredariya ve..
  • Pêşxistina rêziknameya bajaran bi rêya girtina gelek tedbîran ..
  • Çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê li Hesekê.
  • Li darxistina hemeleyekê bi navnîşan “Ji bo her mirovek darek”..
  • Şaredarî rêgeza xwetêrkirinê pêk bîne, karê xwe li ser vê esasê pêş bixe ..
  • Rûniştandina pergala hevseroketiyê û rola jinan di şaredariyan de.
  • Sepandina demokrasiyê û têkiliya bi gel re.
Back to top button