Îran qanûna sergirtinê tundtir dike

Deshilata Îranê salek piştî kuştina Jîna Emînî, qanûnek nû ya ji bo rugirtinê derdixe.
Yên ku vê qanûnê binpê bikin jî wê cezayên giran li ser bên ferzkirin.

Li gorî çapemeniya fermî, pêşnûme qanûneke ku çend meh in dihate nîqaşkirin îro di parlamentoyê de hate erêkirin.

Ev qanûn pêkanînên giran li wan jinan ferz dike ku li nava gel rûyê xwe napêçin.

Ajansa Nûçeyan a Îranê li ser mijarê ev agahî da:

“Ji bo pêşnûme qanûna ‘nixumandin û îfetê’ sê salan bê ceribandin, parlamenteran pêşnûme pejirandin.”

Piştî Jîna Emînî 16’ê Îlona 2022’an li Tehranê bi hinceta ‘porê xwe baş nenixumandiye’ ji aliyê polîsên exlaqî ve hate kuştin, serhildaneke bêhempa bi pêşengiya jinan destpê kir.

Jinan bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li her devera Îranê rabûn serhildanê.

Mehên dawî piştî ku jinan bi rengekî servekirî daketin qadan, nerazîbûna xwe bi xurtî nîşan dan.

Li hemberî vû, hikumetê dest bi girankirina polîtîkayên dijminatiya li jinan kir.

Ji bo pêşnûme bibe qanûn divê ji aliyê Konseya Parastina Destûra Bingehîn ve bê pejirandin.

Back to top button