Li New Yorkê lûtkeya civata giştî 78. a NY pêk tê

Li Civata Giştî ya NY peyamên tuj û veşartî tên dayîn.
Serokwezîrê Almanya Scholz hişyariya wê yekê da ku ji bo dawî anîna şerê li Ukrayna li “çareseriyên xapînok” negerin.
Serokomarê Ukrayna Zelensky jî îşaret bi Putin kir û got:
Divê bawerî bi şeytan neyê anîn.

Di axaftina xwe ya li Civata Giştî ya 78. a Neteweyên Yekbûyî (NY) de, Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz hişyarî da ku “çareseriyên sexte” yên ku li Ukraynayê aştiyeke rast dernekevin holê.

Scholz: li çareseriyên xapînok negerin

Scholz diyar kir ku “Azadiya bêyî aştiyê tê wateya çewisandinê” û got,

“Ji aştiya bê edaletê re dîktatorî tê gotin.

Divê Moskowa êdî vê fêm bike.”

Scholz îşaret bi bandora şerê li Ukrayna ya li ser cîhanê dike kir û wiha domand:

Şerê Rûsyayê yê êrîşkar li derve jî bû sedema êşên mezin.

Welatiyên li çaraliyê cîhanê ji enflasyon, deynên zêde, kêmbûna gubre, birçîbûn û belavbûna xizaniyê dikişînin.”

Scholz got,

“Ji bo dinyayê baş û rast e ku li aştiyê bigerin, ji ber ku ev şer li seranserê cîhanê encamên ne tehammulî bi xwe re tîne.”

Serokwezîrê Almanyayê bal kişand ser wê yekê ku Rûsya ji vî şerî berpirsyar e û diyar kir ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dikare “bi talîmatekê” vî şerî bi dawî bike.

Zelenskiy Rûsya bi “Jenosîdê” tawanbar kir

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di axaftina xwe ya li civatê de rexneyên tund li Rûsyayê girt.

Volodymyr Zelensky di axaftina xwe de Rûsya bi jenosîdê tawanbar kir û bal kişand ser îdiayên revandina zarokên Ukraynayê.

Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya Laheyê bi hinceta ku bi hezaran zarokên Ukraynayî bi qaçaxî derbasî Rûsyayê bûne, der barê Serokê Rûsyayê Pûtîn de biryara girtinê da.

Rûsya ku ne endamê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ye, van sûcdaran red dike.

Zelensky her wiha der barê “tiştên bi guman” ên ku li pişt derî dikarin bên kirin de hişyarî da û got,

“Divê bawerî bi şeytan neyê kirin.”

Reîsî Amerîka ji gurtikirina şerê li Ukrayna sûcdar kir

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî ji şerê li Ukrayna Amerîka berpirsyar nîşanda û got:

“Ji bo lewazkirina welatên Ewropayê, Amerîka agirê tundiyê li Ukraynayê geş dike û mixabin ev planeke demdirêj e.”

Back to top button