Karkerên paqijiyê yên navçeya Koyê ya Hewlêrê dest bi grevê kirin

Karkerên Şirketa Paqijiyê yên li navçeya Koyê ya Hewlêrê ji ber ku ev 2 mehin mûçeyên wan nayê dayîn dest bi çalakiya grevê kirin.

Nûnerê Şirketê Elî Mehmûd di çalakiyê de axivî û got,

“6 mehin hikûmeta Başûrê Kurdistanê pere nedane. Şirketê hinek pereyê karkeran da, heta niha 4 mûçe daye.”

Karkerê bi temen Ebdulrehman Kawêz jî da zanîn ku hinek ji karkeran 2 meh hinek ji wan jî ev 6 meh mûçe nestendine.

Karkerê bi navê Hêmin Ezîz jî daxwaz kir ku mûçeyên wan derend neyên xistin.

Li navçeya Koyê rojane nêzî 150 ton gelaş ji aliyê van karkeran vê tê komkirin û avêtin.

Back to top button