Yekîtiya Jinên Ciwan: Emê li cem berxwedana gerîla cih bigirin

Nerazîbûn û çalakiyên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên li hember gerîla zêde dibin-
Di vê çarçoveyê de Yekîtiya Jinên Ciwan ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li ber bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li dijî gerîla rabûn.

Yekîtiya Jinên Ciwan yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê derbarê mijarê de daxuyaniyek dan û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla şermezar kirin..

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin dewleta Tirk bikaranîna çekên qedexe kîmyewî hemû qanûnên navnetewî binpê dike.

Hat diyar kirin wê ciwan li dijî êrişên dewleta Tirk ya dagirker li cem berxwedana gerîlayan cihê xwe bigirin.

Daxuyanî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

Back to top button