MSD’ê şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî û xwest hesab ji qatilên Hevrîn were pirsîn û dagirkeriya Tirk a li Sûriyê were bidawîkirin.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyeke nivîskî şehîd Hevrîn Xelef di salvegera 4’emîn a şehadeta wê de bi bîr anî.
MSD diyar kir ku kuştina Hevrîn Xelef û hevrêyên wê sûcekî şer ê derqanûnî ye.
Tevî ku çeteyên Ehrar El Şerqiye û serçeteyê wan di lîsteya cezayan a Amerîkayê de ye, lê heta niha edalet pêk nehatiye.
Wek MSD dixwazin çarçoveya cezayan were berfirehkirin û tevahî sûcdaran di nava xwe de bigire.
Her wiha em daxwaza pêkanîna edaleta navneteweyî û hesabpirsîna ji sûcdaran dikin.
MSD anî ziman ku divê civata navneteweyî girîngiyeke zêdetir bide mijara bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyê û derxistina terorîstên wê.
Dewleat Tirk tevahî nîşaneyên jiyanê yên li herêmê dike hedef, herî dawî navendên xizmetguzarî, ernerjî, av, emabarên genim, dibistan û nexweşxane kirin hedef û di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.
Divê ji sûcên têne kirin re, komîteyeke lêkolînê ya navneteweyî were avakirin.