PYD’ê şehîd Mihemed Bozan bi bîr anî

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemd Bozan li ser gora xwe hat bibîranîn.

Endamê PYD û endamê Komîteya Parastinê ya Meclisa Navçeya Şedadê Mihemed Bozan 13’ê Cotmeha 2022’an dema vedigeriya mala xwe li gundê Elweş ji aliyê şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ve tê şehîdkirin.

PYD’ê bi boneya salvegera yekemîn a şehadetê endamê xwe Mihemed Bozan, merasîmek li ser gora wî ya li Goristana Şehîdan a li navçeya Şedadê li dar xist.

Di merasîma bîranînê de, kesên axivîn şehîd Mihemed bi bîr anî û têkoşîna şehîd Mihemed a ji bo azadiya gelan û mirovahiyê vegotin.

Li dijî astengiyên li pêşiya avakirina Sûriyeke demokratîk jî banga hevgirtina nîştimanî hat kirin.

Em soza xwe b şehîd re nû didin ku em ê têkoşîna wî bidomînin.

Soza şopandina riya şehîdan heta pêkanîna azadî û demokrasiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat dayîn.

Dawiya merasîmê, beşdaran gul danîn ser gora şehîd Mihemed Bozan.

Back to top button