Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyên Erdogan ên derbarê Xeza, qutkirina ceyranê û rewşa mirovî de wekî durûtî û xwe-şermezarkirinek ya Erdogan pênase kir û got: “Divê hesab ji Erdogan bê pirsîn.”
Daîreya Têkiliyên Derve têlildarî êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û axaftinên Erdogan daxuyanik weşan.
Daîreyê anî ziman ku li gel binpêkirinên ji aliyê Tirkiyê ve yên li dijî gelê me, binesaziya herêmê û sivîlan, Erdogan wekî her carê derdikeve û gotinên dûrî rastiyan dibêje.
Erdogan her carê hewl dide bûyeran ji bo nixumandina siyaseta xwe ya hundirîn bi kar bîne.
Bi teoriyên derew û xapandina raya giştî û durûtiya siyasî, asta tevliheviya siyasî ya kûr îsbat dike.
Erdogan hewl dide hestên erebî û îslamî ji bo berjewendiyên xwe yên teng îstismar dike.
Daxuyaniya wî ya derbarê Xezeyê, qutbûna ceyranê û rewşa mirovî durûtî û xwe-şermezarkirineke eşkere ye.
Tevahî komkujî û qirkirinên ku rejîma Tirk kirine sûcên şer in.
Daîreyê bang li tevahî saziyên hiqûqî, navneteweyî û Komîteya Lêkolînkirina rastiyan dikin ku bêdeng nemînin.