Rast dibêje lê derewker e

Di her fersendê de fermana kuştina Kurdan, jin û zarokan dide.
Bi balafiran çavkaniyên jiyanî yên bi mîlyonan kesî hildiweşîne.
Û paşe radibe û behsa mafên mirovan dike.
Em behsa şefê rêjîma Tirkiyê Erdogan dikin.

Binerin niha Îsraîl av li ser Xezayê birîne.

Ka mafê mirovan?.

Peymana Gerdûnî ya Mafê Mirov, birîna av û qutkirina elektrîkê qedexe kiriye.

Gelo hun dipirsin, bê niha rewş li nexweşxaneyên Xezayê çawa ye?

Bê wijdan û rehm in, mizgeft û nexweşxaneyan bombe dikin. Li her deverê didin.

Dema ev hemû têne kirin, deng ji ti kesî dernakeve.

Ev axaftin doh hatin kirin.

Hun bawer nekin jî yên behsa van rastiyan kirî şefê rêjîma Tirk Erdogan e.

Kîjan Erdogan?

Ne dûr, Erdogan ê ku 5’ê Cotmehê ferman da li Rojavayê Kurdistanê kevir li ser kevir nemîne.

Erdogan ê ku bi fermana wî, navendên avê, elektrîk, gaz û çavkaniyên jiyanî yên 5 mîlyon kesî hatin rûxandin.

Erdogan ê ku li Dêrik û Kobanê nexweşxaneyên sivîl rûxandin.

Erdogan ê ku bû sedem bedena zarokan li Eyn Îsayê were pereçkirin.

Erdogan ê ku dema nimêjê, mizgefta wargeha Mexmûrê da ber bombeyan.

Û bi dehan mînakê wisa yên nîşan didin bê ka dewleta Tirk dema mijar dibe gelê Kurd, çawa bi hêsanî mafê mirovan binpê dike.

Îca dema mirova van gotin û filên Erdogan tîne bermanverê hev, derdikeve holê bê çendîn keseke durû ye.

Û di ola Îslamê de kesên wiha weke munafiq têne binavkirin.

Piştî van gotinên şef a rêjîma Tirk kirî, gelek kesan li ser platformên tevna civakî nerazîbûn nîşan da.

Hem kurdan dikuje û hem jî behsa mafê mirovan dike

  • Frederike Geerdink-Rojnamevan

Erdogan dibêje, birîna av û elektrîkê li Xezayê binpêkirina mafê mirovan e. Lê ew bi xwe navendên av û elektrîkê li Sûrî bombardiman dike.

Dibêje Îsraîl li Xezayê êrişî nexweşxane û navendên îbadetê dike.

Lê wî bixwe li Mexmûr û Sûrî mizgeft û nexweşxane rûxandin.

Kêzikên şevê li her devera cîhanê ne.

  • Alberto Miguel Fernandez-Dîplomatê Amerîkî

Ev eşqiya yê ku niha li Sûrî Kurdan dikuje û li dijî Ermeniyan paqijkirina etnîkî dike, behsa niyetên Amerîkayê dike.

  • Anonymous-Platrofma Tevna Civakî

Erdogan ê ku beriya çend rojan li Bakur û Rojhilatê Sûrî çavkaniyên jiyanî yên bêtirî 3 mîlyon kesî hilweşandin, rewşa li Xezayê bikar tîne. Ev jî durûtiya Erdogan e.

  • Fehîm Işik-Rojnamevan

Erdogan dibêje, li Xezayê av û elektrîk hatin birîn, ma ka mafê mirovan?

Ev mexlûqê ku behsa van tiştan dike, li Rojava bêtirî 2 mîlyon kes bê av û elektrîk hiştiye. Erdoogan serkêşê desthilateke barbar e. Kesên ku xwedî li gotinên Erdogan jî derdikevin, durû ne.

  • Diliman Abdulkader-Parêzvanê Mafê Mirovan

Erdogan dipirse “ka mafên mirovan?”.

Dewleta Tirk a terorîst, hefteya bihûrî li dijî gelê Kurd ê li Bakurê Sûrî bombarimaneke dijwar pêk anî. Û niha jî behsa mafê mirovan dike.

Tirkiyê navendên sivîl bombardiman kirin, gelek kesên bê sûc û guneh kuştin.

Bi tawanbarkirina Îsraîlê, dixwaze sûcên li dijî gelê Kurd kirine veşêre.

Back to top button