Hêzên Îranê êrişî kolberan kir- korberek birîndar bû

Hêzên Îranê li herêma Selas ya Rojhilatê Kurdistanê êrişî kolberan kirin û di encamê de kolberek birîndar bû. Her wiha duh kolberekî din ku di encama qezayê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.

Êrişên hêzên Îranê yên li ser kolberan bê navber dewam dikin.

Duh hêzên dewleta Îranê li herêma Kaberdî ya ser bi Newsudê êrişî kolberan kir.

Di encamê de kolberê bi navê Rostem Nijad bi giranî birîndar bû

Li aliyê din di 26’ê Sibatê de di qezayek trafîkê ya li herêma Şiwankare ya ser bi Rewanserê, 6 kolber birîndar bibûn.

Duh ji birîndaran, kolberekî ku welatiyê herêma Selas bû li nexweşxaneya Kirmaşan jiyana xwe ji dest da.

Hêjayî bibîr xistinêye ku, di sala 2022’yan de 43 kolber li herêmên ser sînor hatine kuştin û 215 jî birîndar bûne.

Back to top button