HPG’ê têkîldarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek belav kir. Her wiha HPG’ê di daxuyaniya xwe de balkişand ser derewên dewleta Tirk ên di der berê kesê bi navê Ramazan Guneş de û got: “Ramazan Guneş beriya 3 salan reviya û li Başûrê Kurdistanê bi cih bû, divê kes guh nede nûçeyên derewîn ên dewleta Tirk.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî êrişên dewleta Tir û nûçeyên derewîn ên MÎT’ê û medya şerê taybet aT Tirk daxuyaniyek da.
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi teknîka şer a li ber destê xwe, êrişên giran li dijî qadên gerîla didomîne.
Li gorî HPG’ê, dagirkeran di 27’ê Sibatê de Qadên Berxwedanê yên Gêrîla 95 caran bi obus û çekên giran bombebaran kirine.
HPG: MÎT’a Tirk û medya wê bi derewan dixwazin xwe serkeftî nîşan bidin
HPG’ê di dewamiya daxuyaniya xwe de balkişand ser nûçeyên derew ên dewleta Tirk a dagirker jî û got:
“Di medya şerê taybet a Tirk de nûçeyek hate weşandin û hate îdîakirin ku kesê bi navê Ramazan Guneş endamê tevgera me ye û li Silêmaniyeyê di encama operasyona MÎT’ê de hatiye revandin.
Ev nûçeya qalkirî bi temamî derew e.
Ramazan Guneş beriya 3 salan ji nava refên me reviya, piştre zewicî û li Başûrê Kurdistanê bi cih bû.
Ti eleqeya xwe bi tevgera me re nîne. Ramazan Guneş beriya 2 mehan li bajarê Duhokê ya Başûrê Kurdistanê teslîmî dewleta Tirk bû.
Lê belê medya şerê taybet a Tirk Ramazan Guneş weke endamekî tevgera me nîşan dide û bi senaryoyeke derewîn di vê pêvajoyê de pêşkêş dike û hewl dide weke serketina MÎT’ê bide xuya kirin.
Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî ya Tirkiyê guh nede nûçeyên derewîn ên MÎT’ê û medya şerê taybet a Tirk.”