“Tirkiye dê li hember Ocalan têk biçe”

Ji Adara sala borî de heta niha dewleta Tirk a dagirker tu agahiyan li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan nade.
Nivîskarê Lîbyayî Ehmed Tehamî diyar kir ku dewleta Tirk kiryarên neheq li dijî Ocalan pêktîne.

Ehmed Tehamî diyar kir ku Ocalan xewn, xeyal û hêviyên gelê Kurd tesmîl dike û got :

“Dewleta Tirk dê li hember mantiqê gel û dîrokî yê ku rêber Abdullah Ocalan temsîla wê dike, têk biçe ..”

Der barê bêdengiya hêzên navneteweyî Tehamî wiha axivî:

“Wekî her carê, cîhan serî ji hêza leşkerî re datîne.

Cîhan, kombûna împaratoriyên ku gelan diçewsînin e.

Tirkiye Kurdan diçewisîne.

Di heman demê de raya giştî ya cîhanî ya gel, ne ya fermî vê hovîtiya Tirkiyê li dijî Ocalan şermezar dike.”

Tehamî îşaret bi bêdengiya li hember doza rêber Ocalan kir û got:

“Ev bêdengî rûyê rastîn ê van rêxistinan eşkere dike.

Ew di destê hêzên mezin de bûne amûreke siyasî.”

Back to top button