Li kampa Holê ku bi hezaran koçber, peraber û malbatên DAIŞ’ê lê tên ragirtin, rojane buyerên mîna êriş û kuştinan diqewimin. Îro jî kesê bi navê Mihemed Îd yê Îraqî kuştî hat dîtin..
Piranî van kuştinan ji aliyê Jinên DAIŞ’ê û şaneyên veşartî yên di nava Kampê de tên kirin..
Pîştî lêkolînên rêveberiya Kampê û hêzên Ewlekariya, diyar bû ku ev kesê hatiye kuştin, kesê bi navê Mihemed Îd Semîy ye..
Mihemed Îd ji Beaca Iraqê ye, sala 2000 hatiye dunyayê û li Yabşê ya Şengalê leşker bûye..
Îd ê ku serêkirî hat dîtin, duh seat 10’an ji beşa 1 a kampê ku lê dima hatibû revandin..