Mitînga HDP’ê ji alîyê desthilata faşîst ya AKP’ê ve hat astengkirin

Mitînga HDP’ê a bi dirûşma ”Niha Dema Edaletê ye” a li bajarê Rihayê, ji alîyê hêzên dewletê ve hat astengkirin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî li hember vê yekê li ber avahîya HDP’ê a bajêr hevdîtina gel pêk anî. Di hevdîtinê de Sancar got: ”Ger mitînga me pêk bihata, wê bi deh hezaran kes li hev bicivîyan. Ji ber ku ew vê yekê dizanin, xebatên me asteng dikin.”

Partîya Demokratîk a Gelan HDP, di çarçoveya xebat û çalakîyên xwe ên bi gel re, îro xwest li bajarê Riha yê mitîngek bi dirûşma ”Niha dema edaletê ye” li dar bixe.

Lê mitîng ji alîyê deshilatdariya faşîst a AKP’ê ve hat astengkirin.

Li ser vê yekê Hevserokê HDP’ê yê Giştî Mîthat Sancar, li ber avahîya partîyê a bajêr bi gel re hevdîtinek pêk anî.

Li gel Sancar Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk, Hevserokên Partîya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û gelek Parlementerên HDP’ê û bi sedan kes tevlî hevdîtinê bûn.

Mîthat Sancar: Dengê me digihêje mîlyonan

Mîthat Sancar despêkê li ser astengkirina mitîngê axivî û got:

”Ew dizanin ku ger me ev mitîng li qadan çêbikira, wê bi deh hezaran kes tevlî mitîngê bibûyan.

Niha dengê me digihîje deh hezaran, sed hezaran û milyonan.”

Sancar li ser armanca mitîngê jî wiha got: ‘Êdî dema edaletê ye, dema HDP’ê ye.

Niha ji malbata Şenyaşar Ferît li gel me ye. Em di her şert û mercî de her tim li gel wan in û dê li gel wan bin.

Tişta ku hat serê malbata Şenyaşar, mînaka bê hiqûqîya ku gîhiştîye asta herî jor e.

Doza Edaletê ya malbata Şenyaşar doza rûmetê ya vî welatî ye.’

Weke dayîka Emîne gotî, ger edalet tunebe, nan jî tuneye.

Ji ber vê yekê HDP heye, HDP heye ku ji vî welatî re edaletê bîne.

Em dengê girtîyên li zindanan in. Zindan veguherîne cihên mirinê. Niha em ji bo hevala Aysel Tûglûk û hemû girtîyên sîyasî ên dibêjin dem dema edaletê ye û em ê teqez azadîyê pêk bînin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişande ser polîtîkayên deshilatdarîyê û wiha dewam kir:

”Modela aborîyê ya ku tînin pêşberî me û rewşa aborîya ya welat weke serfirazîyekê nîşan didin.

Tekoşîna me li dijî vê yekê ye jî. HDP bûye kabûsa vê hikûmetê. ji ber vê yekê jî em her roj rastî operasyonan tên û hevalên me têne girtin.

Lê ev zilm wê biqede û em ê edaletê bînin.

Mîthat Sancar: Ev hikûmet wê winda bike, em ê bi ser bikevin

Sancar di dawî de pakrewanên ku di vê dozê de şehîd bûne bi bîr anî û wiha bi dawî kir:

”Divê kes gumanê neke, ev hikûmet wê winda bike, em ê bi ser bikevin.”

Hevdîtina gel bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

Back to top button