QSD: Serçeteyê DAIŞ’ê Mihemed Ebd El-Ewad hat girtin

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihang ku hêzên wan serçeteyê DAIŞ’ê yê berpirsyarê plana êrişa li ser zindana Hesekê girt.

Navenda Ragihandina QSD’ê di daxuyaniya xwe de got:

“Hêzên me bi operasyoneke taybet û bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî, terorîstê bi navê Mihemed Ebd El-ewad ku bi navê Reşîd dihat naskirin, girtin.

Ev terorist berpirsê yekem ê plana êrişa li ser zindana Xwêran a Hesekê ku çeteyên DAIŞ’ê lê girtî ne..

Ev serçete sala 2013’an beşdarî Cebhet El-Nusra bûbû û piştre jî tevlî nava Daiş’ê bûbû.

Serçeteyê hatî girtin, di nava DAIŞ’ê de serkêşiya tabûra tankan û çêkên giran dikir û 2014’an beşdarî êrişa li ser Kobanê bûbû…

Ji DAIŞ’iyên herî zêde destê wî di xwîna sivîl û leşkeran de heye tê naskirin.

Tîmên Operasyonê yên QSD’ê piştî şopandina demdirêj, di meha Mijdarê de bi operasyoneke taybet Serçete Reşîd girt.

Paşê jî hemû cihên ku plana êrişa li ser zindana Hesekê hatibû amadekirin hatin têkbirin..

Back to top button