Şervanên YPJ’ê li kampa Holê jinek Êzidî rizgarkirin

Îro di çarçoveya Qonaxa 3. a Oparasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ ya li Kampa Holê de, şervanên YPJ’ê jineke Êzidî rizgar kirin.
Jina hatî rizgakirin, bi navê Kovan Îdo Xorto ye.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) piştî agahiyan, ji bo rizgarkirina Kovan ketin tevgerê.

Şervanan karî di oparasyona taybet ya saetên şevê pêk anîn de, jina Êzidî rizgar bikin.

Têkildarî jina Êzidî ya di Qonaxa 3. a oparasyonê de hatî rizgarkirin, agahiyên berfireh nehatin parvekirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestixstin, Kovan ji gundê Herdan ê Şengalê ya Başûrê Kurdistanê ye.

Çavkaniyên taybet yên leşkerî ji nûçegihanên me re ragihandin ku rewşa tenduristî ya wê başe û ew ê di nava demên pêş de, agahiyên berfireh li ser Kovanê parve bikin.

Back to top button