Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Seyada yê kantona Minbicê topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregeha xwe ya li gundê Şêx Nasir ê herêma Cerablusê yê dagirkirî gundê Seyada yê dikeve bakurê bajarê Minbicê bi hawan û obîsan dane ber topan.
Nûçegihanên me ji kantonê dane zanîn ku ji ber topbaranê ziyan li mal û milkên welatiyan bû.