Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çawûşoglû serdana Erebistana Siûdî kir

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawûşoglû duh ber êvarê serdana Erebistana Siûdî kir.

Çawûşoglû li ser hesabê xwe yê Twiterê îdia kir ku ew bi armanca nîqaşkirina rewşa dawî ya Filistînê û têkiliyên navhera herdû welatan de çûye Erebistana Siûdî.

Hêjayî gotinê ye ku ji sala 2018`an ve ev yekem serdana fermî ye ku di navbera herdû welatan de pêk tê.

Emîrê Qeterê jî serdana Erebistana Siûdî kir

Tişta balkêş jî ew e ku di heman demê de hevlbendê Tirkiyê yê yekem, Emîrê Qeterê li ser vexwendina Qiralê Siûdî Selman Kurê Ebdulezîz jî serdana Erebistana Siûdiyê kir.

Hate ragihandin ku herdû aliyan bi civînek hevbeş bi aramnca nirxandina rewşa Kendava Erebî û têkiliya herdû welatan hatine gel hev.

Back to top button