PYDKS û PDKS: Divê civaka navnetewî sûcên dewleta Tirk rawestîne

PYDKS û PDKS’ê bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku sûcên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûryê rawestîne.

Partiyên PDKS û PYDKS’ê derbarê sûcên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî herêmê daxuyaniyeke hevbeş dan.

Di daxuyaniyan de hate diyar kirin dewleta Tirk bi bihaneyên cuda destwerdana xaka Sûryê kir û siyasetên dermirovî pêk anî.

Hate gotin dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûryê siyaseta guhertina demografî û qutkirina avê ku dikeve çarçoveya sûcên dermirovî, derexlaqî û derhiqûqî pêk tîne.

Di daxuyanê de hate diyar kirin bêdengiya Civaka Navnetewî dihêle ku Tirkiye van êrîş û kiryarên xwe berdewam bike.

PYDKS’ê û PDKS’ê bang Civaka Navnetewî bi taybetî Rûsya û Amerîkayê kirin ku bi erka xwe rabin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku dawî van kiryarên xwe bîne.

Back to top button