Hikûmeta Almanyayê careke din banga derxistina hemû hêzên biyanî û çeteyên li Lîbyayê kir.
Serokwezîra Almanyayê Angela Mirkel banga derxistina hêz û çeteyan û pêkanîna agirbesta mayinde kir, her wiha piştgiriya welatê xwe ji bo pêvajoya aştiyê ya Lîbyayê anî ziman.
Balyozxaneya Alman ya li Lîbyayê jî têkildarî mijarê daxûyanî da û got:
“Angela Merkel piştgiriyê dide hikûmeta Lîbî da ku amadekariya ji bo hilbijartinên nîştimanî yên 24 Kanûnê bike.”
Li gorî balyozxaneyê, Mirkel û serokê hikûmeta Lîbî Ebdulhemîd El-Debîbe di guftûgoyên duh de, dosyaya koçbûna nerewa, dozên herêmî, geşedanên aborî û gavên pêşerojê yên pêvajoya siyasî nîqaş kirin.
Tevî van bangên hundir û derve, heya niha ti kişandina leşker û çeteyan nehatiye tomarkirin.