Dewleta Tirk bi girtina ava Firat û Dicleyê, Iraq û Suriyê dixeniqîne

Dewleta Tirk a dagirker, li dijî hemû zagonên navnetewî Iraq û Sûriye rûbirûyê qeyrana avê kiriye.
Avê weke çekekê li dijî wan bikar tîne û ji ber vê sedemê jî bi hezaran donim erd bûne çolistan û bi milyonan masî mirine.

Dewleta Tirk li ser Çemê Firatê Bendava Keban, Bendava Karakaya, Bendava Ataturk, Bendava Karkamiş ava kirine.

Li ser Çemê Dîcle jî Bendava Devegeçidi, Bendava Ilisû, Bendava Batman, Bendava Dicle, Bendava Kralgozu û Bendava Garzanê çêkirine.

Bi rêya van bendavan %60 ta %70’yê ava çemên Firat û Dicle didize.

Hem li nava Tirkiyê siyasetê bi ava Kurdistanê dike û

hem jî li derveyî Tirkiyê ava çemên Firat û Dîcle weke çekek bihêz bikartîne.

Dewleta Tirk ya dagirker bi vê rêyê dixwaze guhertina demografiya û Kurdistanê hîn zêdetir parçe bike.

Ji ber avakirina van bendavan, li bakurê Kurdistanê bi hezaran gund, mezra û gelek cihên dîrokî hatine xirabkirin û ji mirovan hatine valakirin.

Back to top button