Nerazîbûnên li dijî gotinên Trump zêde dibin

Serokê berê yê Amerîkayê ku niha jî ji bo serokatiyê namzete got, “Welatên endamên NATO’yê yên deynê xwe ranezînin Rûsya dikare êrişî wan bike.
Li ser vê yekê NATO, Qesra Spî û Yekîtiya Ewropayê rexneyên tund li Trump kirin.

Nerazîbûnên li dijî gotinên Serokê Amerîkayê yê berê û namzetê serokatiyê yê Amerîkayê Donald Trump zêde dibin.

Trump di mîtîngeke li Carolina ya Başûr de gotubû, “Welatên ku deynê xwe yê NATO’yê ranezînin Rûsya dikare êrişî wan bike.”

Endamên NATO’yê, Yekîtiya Ewropa, Qesra Spî û partiya wî bertekên tund nîşanî gotinên Trump dan.

Endamên komarparêz bertekên tund nîşanî gotinên Trump dan

Namzetê serokatiya Partiya Komarparêz ya berê Nikki Haley têkildarî daxuyaniyên Trump wiha got,

“Ji ber vê ez demeke dirêje dibêjim ku ew ji bo serokatiya Amerîkayê nabe. Tişta herî dawî em bibînin ew jî cih girtina li cem Rûsyayê ye.”

Senatorê komarparêz Rand Paûl gotinên Trump weke nezanî bi nav kir.

Senatorê komarparêz ku kesekî nêzîkî Trump e têkildarî mijarê axivî û got,

“Ez tevlî vê nêrîna Trump nabim. Lê di dema serokatiya wî de Rûsyayê ti deverek dagir nekir. Ger ew careke din bibe serok wê welatên din neyên dagirkirin.”

NATO û Yekîtiya Ewropa rexneyên tund li Trump kirin

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg  jî têkildarî gotinên Trump daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir pêşniyarên derbarê ku wê hevalbend hevdu neparêzin, Amerîka jî di navê de wê derbê li ewlekariya me bixe û xeteriyê li ser leşkerên Amerîka û Ewropayê ava bike.”

Serokê Konseya Ewropayê jî daxuyaniyên Trump weke bê perwa pênase kir û diyar kir ev yek tenê xizmeta berjwendiyên Serok-Dewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn dike.”

Berdevkê Qesra Spî Andrew Bates jî gotinên Trump weke bê aqilî nirxand û diyar kir teşwîqkirina dagirkirina hevalbendên me wê xeteriyê li ser ewlekariya netewî ya Amerîkayê, aramiya cîhanê û aboriya me çê bike.

Back to top button