Fermandariya Giştî ya Asayîşê: Aliyê bakur yê girtîgehê hat kontrolkirin

Hêzên QSD’ê û hêzên Asayîşê operasyonên paqijkirina derûdora girtîgeha Sînaa û taxa Xiwêran didomînin. Fermandariya giştî ya Asayîşê û navenda ragihandina QSD’ê derbarê operasyonê de daxuyanî dan û gotin: Aliyê bakur yê girtîgehê hatiye kontrolkirin û di şerê îro de 22 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî geşedanên dawîn ên li taxa Xiwêran a Hesekê daxuyanî da.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin..

“Şaneyên DAIŞ`ê şeva pêncşemê êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran kir.

Çeteyan destpêkê erebeyeke bombebarkirî li derdora girtîgehê teqand..

Piştre DAIŞ’iyên ku di nava taxên nêzî girtîgehê de belav bûbûn êrişî hêzên ewlehiyê yên girtîgehê kirin da ku çeteyên di hundir de birevin..

Hêzên me bi piştgiriya QSD’ê êriş şikandin û gelek çeteyên terorîst ên êrişkar girtin..

Paşê operasyonên lêgerînê li dijî çeteyên ku xwe di taxên li derdora girtîgehê de veşartin, destpê kirin.

Di encama rêgirtina li pêştiya çeteyan de 7 endamên me birîndar bûn û endamê me Xalid Ilêwî şehîd bû.

Her wiha 3 sivîlên ku nehiştin çeteyên DAI`ê derbasî taxan bibin şehîd bûn..

Hêzên me taxa Xiwêran bi giştî dorpêç kir û operasyona lêgerînê dewam dike..”

QSD: Di şerê îro de 22 çete hatin kuştin

Her wiha navenda Ragihandinê ya QSD`ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama şerên îro de 22 çeteyên ku êrişî girtîgeha Sînaa ya li Xiwêran kirin, hatin kuştin..

Navenda ragihandina QSD’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku aliyê bakurê girtîgeha Sînaa bi temamî hatiye kontrolkirin.

Daxuyaniya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD wiha ye:

Serê sibê şerekî dijwar di navbera şervanên me û çeteyên DAIŞ`ê de rû dan ku êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran kirin.

Hêzên me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn aliyê bakurê girtîgehê bi temam kontrol kir.

Di van şeran de, 22 çete hatin kuştin û çeteyek hat girtin.

Her wiha hêzên me erebeyeke cebilxanê ya çeteyên DAIŞ`ê jî desteser kirin.

Back to top button