Cenazeyê şehîd Enes El Falih bi merasîmeke hat oxirkirin

Cenazeyê şehîdê QSDʹê Enes Hemed El Falih bi merasîmekê li goristana şehîdan a navçeya Sirînê hat oxirkirin.

Şervanê QSD’ê Enes Hemed El Falih di 3ʹyê vê Mijdarê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bibû.

Bi sedan kes tevlî merasîma oxirkirinê bûn..

Di merasîmê de yek ji fermandarên QSDʹê Serxwebûn Avesta axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza tohildanê da.

Her wiha hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe Efendî jî axivî û got:

“Malbatên şehîdan wê li kêleka QSDʹê bin heta projeya demokratîk bi ser bikeve.”

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Back to top button