Duran Kalkan: 14’ê Tîrmehê biryara hebûn û jiyana azad e

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan dazanîn ku bingehê têkoşîna azadiyê hemû di 14’ê Tîrmehê de hatiye avîtin.
Duran Kalkan balkişand li ser tecrîdê jî û diyar kir ku dêvê kes tecrîdê ji rêzê nebîne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tevlî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haber TV bû

Duran Kalkan berfireyî li ser berxwedana zindanan ya 14’ê Tîrmehê sekinî.

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek bi bîranî.

Di salvegera 39’an a berxwedanê de destnîşankir ku bandora 14’ê Tîrmehê heta roja meya îro jî berdewam dike.

Kalkan got:

“14’ê Tîrmehê biryarek mezin bû.

Ya rast ew biryar bu kû Mezlûm Dogan di Newroza 1982’an de dabû.

Ferhat Kurtay û çaran di nîvê gulana heman salê de biryarê vegûherandin çalakiyek mezin.

14’ê Tîrmehê biryareke dîrokî ya serkeftinê û avakirina çerxa nû ya têkoşînê ye.

Ev biryara hebûnê ye, biryara jiyana azad e.

Gelê kurd li hember êrîş, kedxwarî, qirkirin, bêrûmetkirin, bênasnamekirin, û bê şexsiyetkirinê vê yekê vegûherandin biryara sekneke bi rûmet û jiyaneke birûmet.”

Duran Kalkan: Rejîma 12’ê Îlonê bi berxwedana 14’ê Tîrmehê têk çû

Duran kalkan berdewamî 14’ê Tîrmehê weke berxwedana rûmetê destnîşan kir.

Ji xwe gelê kurd ji 14’ê Tîrmehê re got roja rûmetê.

Biryar û berxwedaneke wisaye ku cihê gelê kurd di nava civak û gelên bi rûmet de çêkir.

Têkçûna faşîst a rejîma 12’ê Îlonê bi berxwedana 14’ê Tîrmehê pêk hat. Kenan Evren vêyekê îtîraf kir, dîktatorê roja me Erdogan vê yekê îtîraf kir.

Berxwedaneke wisa bû ku bandorê li ser dijmin jî kir.

Û dijmin neçar ma ku vê berxwedanê qebûl bike. Ev bi pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an vegûherî tevgera gerîla.

Duran Kalkan: Bingeha têkoşîna azadiyê hemû di 14’ê Tîrmehê de hate avîtin

Duran Kalkan dazanîn ku bingehê têkoşîna azadiyê hemû di 14’ê Tîrmehê de hatiye avîtin.

Li ser têkoşîna azadiyê ku 39 sale li Kurdistanê tê meşandin bandora 14’ê Tîrmehê heye.

Di bi destxistina destkeftiyên azadiyê hemû de paya berxwedana 14’ê Tîrhemhê heye.

Çawa ku berxwedana 14’ê Tîrmehê faşîzma 12’ê Îlonê têk bir, di sala 40’î de jî bi têkoşîna li ser xeta 14’ê tîrmehê emê sîstema faşîst a 12’ê Îlona hemdem dîktatoriya AKP-MHP’ê hilweşînin.

Duran Kalkan: Divê kes tecrîdê ji rêzê nebîne

Duran kalkan balkişand li ser tecrîd jî diyar kir ku 23 salet li Îmraliyê têkoşînek mezin heye. Divê kes tecrîdê ji rêzê nebîne û tecrîdê baş fêm bike.

Kalkan diyar kir ku şikandina tecrîdê dê ji hemû kesî re azadiyê bîne.

Back to top button