Şewata nexweşxaneya Iraqê..54 kes jiyana xwe ji dest dan 110 kes jî birîndar bûn

Li nexweşxaneyek parêzgeha Zîqar a Iraqê şewat derket. Li gorî agahiyan herî kêm 54 kesan jiyana xwe ji dest dan. Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî bûyere weke trajedî pênasekir.
Serokwezîrê Iraqê Mustafa Al-Kazemi berpirsiyarê tenduristî, yê nexwexane yê ji erk girt û li Iraqê 3 roj şîn ragihand.

Duh şeva duşemê li Iraqê li nexweşxaneya Covîd-19 ya bajarê Zîgar a Bexdayê, Bûyerek şewatê mezin derket.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê di encama şewatê de 54 kesan jiyana xwe ji dest dan û 110 kes jî birîndar bûn. her wiha 20 kes ji nava agir hatin xilaskirin.

Li gorî çavkaniyan sedema şewata nexweşxaneyê teqandina depoya oksîjenê bû.

Piştî ku agir hat kontrol kirin welatî û niştecihên bajarê AL-Nasiriye li cihê bûyerê xwe pêşandanek pêk anîn û gotin Partiyan me şewitand.

Der barê bûyerê de Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser twîtera xwe peyamek belavkir û bûyerê weke ‘trajediyê’ bi navkir.

Berhem Salih di peyama xwe de got; “Beriya niha li nexweşxaneya Bin-Xetîp ya li Bexda, bûyerek bi vî awayî qewimî bû.

Li aliyekî din jî Serokwezîrê Iraqê Mustafa Al-Kazemi civînek awarte bi wezîr û serokên ewlehîyê re çêkir da ku sedem û encamên bûyerê şewatê nasbike.

Li gor heman beyanameyê, Kazimî di civînê de çend biryar derxistin û yên sereke ev in:

  • Lêkolîn li ser asta bilind a hikûmetê de li ser bûyerê
  • Derxistina hin berpirisyarên şewatê ji karê wan û destpêkirina lêpirsînê bi :
  • Rêveberê giştî yê tenduristiya Zîqarê
  • Rêveberê nexwaşxaneya Îmam Husên.
  • Rêveberê berevaniya şaristaniya Zîqarê, re bikin.
  • Ew kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane wan şehîd deyne.
  • Birîndarên ku rewşa wan xirabe şandina derveyî welat.
  • Ragehandina 3 roj şîna giştî li Iraqê.

Her wiha Serokê Parlamentoyê Mihemed el-Halbûsî li ser twîttra xwe ev tişt got:

“Bobelata Nexweşxaneya Al-Huseyîn, di binkeftina parastina jiyana xelkê de delîlek eşkere ye û dem hatiye ku dawî li vê rewşê were.”

Tê zanîn jî ku Nîsana borî, şewatek bi heman rengî li nexweşxaneyek Corona li Bexdayê derket, di encama wê de jî zêdetirî 80 kesî jiyana xwe ji dest dabû.

Back to top button