Çalakiya Şengaliyan a “Em hemû Asayîş in” derbasî roja 54’an bûye

Berxwdana xelkên şengalê ya ji bo parstina asayîşa xwe di roja 54’an de bi biryardarî didome.

Endamê Çand û Hunera Şengalê Sofyan Şengalî der barê çalakiyê de da xuyakirin ku ew bi armanca piştgiriya Asayîşê li cihê çalakiyê ne heya ku hikûeta Iraqê bersiveke erênî bide.

Sofyan Şengalî diyar kir ku ew xweseriya Şengalê dixwazin û çalakiya wan ne li dijî zagonên Iraqê ye.

Jixwe roja Înê serokkomarê Tirkiyê Erdoganê dagirker gefa pêkanîna êrîşeke bi alîkariya Iraq û PDK’ê li dijî Şenalê xwaribû.

Li ser vê yekê, Sofyan Şengalî da zanîn ku planên dagirkirina Şengalê; bi destekdayîna dewleta Tirk tên danîn.

Endameke Jinên Ciwan Delal Şengalê jî destnîşan kir ku heya hebûna Asayîşa Êzidxan û vîna xweseriya Şengalê neyê naskirin, ew ê berxwedana xwe berdewam bikin.

Back to top button