Mele Umer: Ramanê Rêber Ocelan çiraya şoreşa azad e

Têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, sekerterê giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Necimedîn Mele Umer anî ziman ku vîna rêber Abdullah Ocalan bi tecrîda giran jî têk neçûye lê tevgera azadiyê xurtitkiriye.

Bi bêdengiya saziyên mafên mirovan, ev 22 sal in Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de, dîl hatiye girtin.

Derbarê vê yekê rojane, çalakî û bertek tên lidarxistin.

Sekerterê giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Necimedîn Mele Umer têkildarî vê yekê anî ziman ku fikirê Ocalan bûye çirayek ji gelê şoreşger re û vîna wî li dijî tecrîdê tevgera azadiyê xurtitkir dike.

Mele Umer diyar kir ku ne tenê dewleta Tirk li pişt tecrîda li ser rêber Ocalan e, gelek dewletên ku dixwazin gelan qirbikin jî hene.

Pêkhateyên Ereb banga rakirina tecrîda li ser Rêber Ocelan kirin

Ramanê rêber Ocalan ne tenê bandor li kurdan kiriye, di heman demê de pêkhateyê Ereb jî pê bandor bûne.

Şêniyên Dirbêsiyê yên ji pêkhateyê Ereb, tecrîda li dijî rêbertî şermezar kirin û diyar kirin ku armanc ji tecrîdê ew e ku ramanê azad ê rêbertî belav nebe.

Şêniyê bi navê Casim Silêman tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got:

Em niha hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tecrîda li dijî fîlozof û rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin.

Em bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dikin ku yekitiya xwe ava bikin û dawî li tecrîdê bînin.

Li aliyekî din şêniya bi navê Sena Îbrahîm diyar kir ku bi ramanê rêbertî re me gavên mezin avêtin, rêbertî rola jinan di civakê de xurtir kir û mafên wan bi wan da naskirin.

Armanca ji tecrîda ku dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye ew e ku fikirê wî negihêje gelê Rojhilata Navîn û vî ramanî reş bikin.

Şêniya bi navê Elî Silêman anî ziman ku ew bi saya fikirê rêbertî yê li ser bingeha biratiya gelan dijîn.

Em banga bidawikirina tcrîda li ser rêber Ocelan dikin.

Ji bo rakirina tecrîdê hemû pêkhateyên herêmê mil bi mil bi hev re disekinin.

Back to top button