Nivîskarê Kurd, Diyar Bohtî pirtûka xwe ya nû ya bi sernavê “Bi çavekî cuda Ehmedê Xanê” îmze kir:
Ew pirtûk berhema lêkolîn, şîrovekirina felsefeya fîlozofê Kurd ê navdar Ehmedê Xanê ye.
Şahiya îmzekirina pirtûka nivîskar Diyar Bohtî, li parka Xwendinê ya Qamişlo li dar ket.
Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê bi hevkariya Weşanxaneya Şilêr bi beşdariya bi dehan kesên rewşenbîr û civakî
Piştî rêzgirtinê, nivîskar Diyar Bohtî li ser naveroka pirtûkê ku felsefeya fîlozofê Kurd û helbestvan Ehmedê Xanê ya, şîrove û fikrên wî ye, kêfxweşiya xwe anî ziman.
Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ebûd Mexso jî got:
“Mîna vê berhema wêjeyî, dîrokî, felsefî û fikrî nivîsgeha Kurd û wêjeya Kurdî dewlemend dike.
Piştre pirtûk hate îmzekirin û li beşdaran hate belavkirin.