Reqa-Komxebata “Rola civakî ya jinên eşîran” bi dawî bû

Îro Meclisa Jinan a Sûriyê li ser “Rola civakî ya jinên eşîran’ li Reqayê komxebatek li darxist.
Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû.

Di komxebatê de rola civakî ya jinên eşîran û rewşa jinan ji 1970 heta roja îro hat nirxandin.

Pişrî nîqaşên berfereh, Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû.

Di encamnameyê de hat gotin:

“Dem hatiye ku dîrok, rola jinan bi awayekî xurt vegerîne û rola wê ya civakî bê dayîn.

Pêwîste bal bê kişandin ser destkeftiyên jinê di şoreşê de, di malzaroka Şoreşa Rojava de, şoreşa jinê derket û bû destpêka bingehîn a rizgarkirina jinê ji civaka bavikslarî û rejîma dewletê.

Bi wê re, rola jinê ya pêşeng a di avakirina pergala civaka exlaqî de vegerê.

Divê jin hevgirtî bin da ku kirîzê derbas bikin. Jina bihêz dikare rewşên jiyanê yên dijwar tehemûl bike, hêza wê jî di pêkanîna berpirsiyariyên li hember malbat, xebat û nava civakê de ye.

Divê diruşma “Jin, Jiyan, Azadî” bibe diruşma tevahî jinên cîhanê.

Reqa-Meclisa Jinan a Sûriyê komxebata “Rola civakî ya jinan di nav êlan de” li dar xist

Back to top button