QSD’ê nasnameya şervanê xwe Îsmaîl Hemo eşkere kir

QSD’ê nasnameya şervanekî xwe ku li Minbicê şehîd bûye, aşkera kir.

Navenda Ragihandinê ya QSD bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe, aşkera kir.

QSD diyar kir ku şervanê wan Îsmaîl Hemo (Ebdo Mesro) dema li ser erka xwe bû, 14’ê Mijdarê li bajarokê Erîme yê Minbicê şehîd bû.

QSD anî ziman ku hevriyê wan beşdarî gelek pêngavên leşkerî bû, di berxwedana taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê, Şehba, Berxwedana Serdemê ya Efrînê de xwedî mohr bû.

Li hember çete û dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke mezin raber kir û di berxwedana li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê de a 2012’an, birîndar bû.

QSD sersaxî ji malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdan re xwest û soza pêkanîna hêviyên şehîdan yên welatekî ewle û aştiyane nû kir.

Gorî navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya şehîd wiha ye:

Navê tevgerî: Ebdo Mesro
Nav û paşnav: Îsmaîl Hemo
Navê dayikê: Fatme
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Sifîrê-1992
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-Erîme-14′ê Mijdara 2023′yan.”

Back to top button