Hilbijartina encûmenên parêzgeha Iraqê

Hevserokê PADÊ Hisên Hecî destnîşan kir ku beşdariya partiyên siyasî li tifaqa Şengalê dewam dike û got: “Me bernameya tifaqê ji bo hemû Şengaliyan danî.Lewma vê tifaqê bawerî da civakê.”
Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê jî Berekat Mirad bi boneya hilbijartinê bang li koçberên Êzidî yên li kampên başûrê Kurdistanê kir û vegerin Şengalê eger li Şengalê ban wê bikarîban bi azadî dengê xwe bidin her namzetekî PADÊ.

Li Şengalê yekîtî û tifaqa hêz û aliyên siyasî roj bi roj geştir û berfirehtir dibe.

Bi taybet bi pêvajoya hilbijartinên parêzgehan re liv û tevgera siyasî û civakî xurtir bûye.

Ev tifaq bi bernameya xwe ya siyasî û civakî bi taybet li dijî Peymana 9’ê Cotmehê bû bersiveke xurt û rê li ber gelek planên li ser Şengalê jî girt.

“Me bernameya tifaqê ji bo hemû şengaliyan danî tifaqê bawerî da civakê.”

Hevserokê Partiya Azadî û Demokratîk a Êzdiyan PADÊ Hisên Hecî derbarê mijarê de ev tişt anî ziman:

“Tifaqa hêz û aliyên siyasî yên Şengalê ev nêzî salekê ye kar û xebatan dimeşîne.

Bernameya tifaqê li ser berjewendiyên xelkê Şengalê ye.

Aliyên siyasî gelê me bi giştî di nav vê dema borî de bi çavê xwe dîtin ku ev tifaqa gelê Şengalê gihîştiye kîjan astê.

Ji bo me cihê kêfxweşiyê ye ku partiyek din a siyasî ya Êzidiyan û Partiya Tevgerê jî tevlî tifaqa gelê Şengalê bû.”

Mirad Sîncar: Divê gelê me dengê xwe bidin namzetên padê

Di 18’ê Kanûnê de wê Hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê pêk were.

Têkildarî mijarê Berekat Mirad Sîncar axivî û got:

“Eger em bixwe ji xwere nekin, wê tu kes ji bo me neke.

Ji bo vê jî bang dikim, gelê me dengê xwe bidin namzetên PADÊ.

Ev hilbijartin ji bo Şengalê gelekî girîng e.

Ji ber Şengal di warê xizmetgûzarî de timî ji her tiştî bêpar tê hiştin.”

Back to top button