Apê Yûsiv bapîr, bav û apê şîehîdan..îro şehîd e!

Ew jî li apên Kurdan zêde bû. Dilê xwe ji bo doza Kurdan kirbû hêlîn û bi salan ji bo azadî û mafê gelê xwe xebitî. Dil û mala wî ji tevgera Azadiya Kurdistanê re her tim vekirî bû. Wî di fikir û hebûna Rêber Ocalan de azadiya xwe didît. Berî ku bar bike dîsa daxwaza yekîtiyê ji Kurdan kir. Belê, ev Apê Yûsiv e.

Gelek Apên Kurdan çêbûn..

Piştî Mûsa Enter û Osman Sebrî, îro jî Apê Yûsiv..

Ev kanî namiçiqe..

Li her qada Kurd û Kurdistanê navdar e..

Li Rojava jî pêşeng e..

Kurd ne şaş in dema dibêjin ji 7 salî ta 70 salî..

Çîroka Apê Yûsiv jî ji zaroktiyê heta bi şehdadetê li ser heman xetê bû..

Welatpêrîzî, netewparêzî û kurdperwerî..

Wî gelek lîderên Kurdan dîtiye û bêyî dudilî bi wa re xebat kiriye..

Ji Osman Sebrî digot Apo, îro ew jî li cem Kurdan mîna wî ye..

Yûsiv Gulo xwe ji her serhildan an jî şoreşeke Kurdan nedaye alî û mîrteyeke tije ked û şehîd di nava rûpelên dîroka Kurdan de, tomar kir.

Dilsozê tevgera Azadiya Kurdistanê..

Mal û dilê xwe jê re kir dergûş..

Bi hêz Pêngava 15 Tebaxê ya sala 1984 dikir û ew weke rêya bidesxistina mafê Kurd didît.

Wî hesreta dîtina Rêber Ocalan di dilê xwe de nehişt..

Û azadiya xwe jî li wir dibîne..

Li Rojavayê Kurdistanê Apê Yûsiv li her qadê dihat dîtin…

Bi şoreşê re têgiha ku “Ev dengê azadiya me” tim bi bîra her kesî dixist.

Apê Yûsiv Bapîr, bav û apê şehîdan îro ew jî şehîd e..

Di temenê 81 saliyê weke laş ji nava Kurdan û hezkerên xwe bar dike, lê mîras û nifişekî tijî têkoşîn û qehremanî li pey xwe dihêle..

Lê şîreta wî ya dawî jî ev e..

kurdino “Bila mala we yek be..hûn ê karibin bi ser kevin”

Back to top button