Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li bakur û rojavayê Minbicê bi cih bûn

Çeteyên Ehrar El Şam li şûna Cebhe El Şamiye li bakur û rojavayê Minbicê bi cih bûn.

Li gorî çavkaniyan, Cebhe El Şamiye, hemû nuqteyên xwe li gundên Cetel, Ereb Hesen El Sixîr, El Himran, Til Elî, El Şueyb û El Xedadîc radestî Ehrar El Şam kir.

Her wiha gelek nuqteyên xwe li mezra û baregehên leşkerî yên ku hêzên dagirkeriya Tirk lê bûn di nav de baregeha Yaşilî û mezraya Ebû Besme radestî Ehrar El Şam kirin.

Her wiha çeteyên Sultan Murad, çeteyên Semerqend ên li rojavayê Minbicê ne, amadekariyan dikin ku di rojên bê de nuqteyên xwe radestî Ehrar El Şam ên girêdayî HTŞ`ê bikin.

Bi wê re, eniyên şer ên bakur rojava, bi Meclisa Leşkerî ya Minbicê re û eniyên rojava bi giştî ketin bin kontrola Ehrar El Şam.

Dewleta Tirk a dagirker niyet dike herêmê bixe bin kontrola Cebhet El Nusra ku ji Idlibê anîn da ku Idlibê radestî hikumeta Şamê bike û li dijî gelên herêmê bi kar bîne û modela Rêveberiya Xweser têk bibe.

Back to top button