Partiya Kesk a Kurdistanê: Qutkirina avê sûcekî şer e divê hesab ji dewleta Tirk were xwestin

Partiya Kesk a Kurdistanê got ku ji bo parastina jiyan û hawirdorê qanûnên navneteweyî hatine dayîn ku bikaranîna avê wekî çeka zextê qedexe û sûcdar dike. 

Partiya Kesk a Kurdistanê têkildarî qutkirina ava çemê Firatê li ser Sûriyê ji dewleta Tirk ve daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Jiyana li ser vî erdî li ser esasê avê ava bûye. Hemû qewm û gel dema ku bi cih dibûn, xwe li derdora jêderên avê bi cih dikirin. Ji ber vê yekê em dibînin ku herêmên bi kanî û çem cihên destpêkê yên niştecibûna mirov û hemû zindiyan e. Çem pîroz in ji ber bingeha berdewama jiyanê ye.”

Partiya Kesk a Kurdistanê qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve şeremzar kir û wiha bi dawî kir: “Em Partiya Kesk a Kurdistanê qutkirina ava çem, her wiha qutkirina ava vexwarinê li ser sivîl û tevahî zindiyên herêmî û çandiniyê şermezar dikin.

Back to top button