PYD’ê 1 Gulanê cejina karker û kedkaran li tevahî gelê xwe pîroz dikin

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê bi daxuyaniyekê li tevahî gel pîroz kir.

PYD’ê ragihand ku gelê me çawa pîrozbahiyên Newroza 2021’an ji hemû hêzên despotî re kirin derbe, dê 1’ê Gulana 2021’î jî bi vî rengî derbas bikin.

PYD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku gelê Sûriyê ji ber rewşa jiyanî ya xirab azarê dikişîne, ev jî ji ber siyasetên rejîma Baasê ye ku qanûna Qeyser bixwere anî.

Her wiha PYD’ê bi bîrxist ku gelê me yên Sûriyê ji bilî herêmên Rêveberiya Xweser di tevahî erdîngariya Sûrî di rewşeke dijwar û hejare derbs bû.

Back to top button