Komîteya Rizgarkirinê ya Navneteweyî (ICR) hişyarî da ku alavên testên vîrusa koronayê dê di nava hefteyekê de li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xilas bibin û dê rewş xetertir bibe.
Li alîkî din Komîteya Rizgarkirinê ya Navneteweyî (ICR) daxuyaniyek da û hişyarî bi dawîkirina alavên testên vîrusa Coronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û ev yek jî wê rewşeke xeterab bi xwere bîne.
Komîteyê bi bîrxist ku Hikumeta Şamê hefteya borî beşa yekemîn a derziyên li dijî vîrusa koronayê ku ji 203 hezar derziyan pêk tê, wergirt.
Hêjeye bi bîrxistinê ye ku beşek jê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye veqetandin, lê heta niha tiştek wernegirtiye.