Gerîla li Zapê 3 dagirker kuştin û helîkopterek derb kir

Gerîlayên HPG û YJA Starê derbeyên giran li artêşa Tirk didin û herî dawî helîkoptereke wan armanc kir.

Hate ragihadin di şerê duh ê piştî nîvro yê li herêma Zapê derketî, herî kêm 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuşitn.

Di saetên şevê de jî li heman herêmê, artêşa dagirker bi hekopteran êrîşî gerîlayên azadiyê kir.

Gerîlayan jî derb li helîkopterê xist û neçar kir ku ji qada şer bi dûr keve.

 

Gerîlayan çalakiyek asmanî li dijî Qereqola Kiryareşê pêk anî

Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal jî li dijî Qereqola Kiryareşê ya li navçeya Silopî ya Şirnexê çalakiyek pêk anî. Dîmenê wê ji aliyê Gerîla TV ve hate weşandin.

Back to top button