Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û biryara DYA’yê ya der heqê her 3 rêveberiyên KCK’ê de, li Ewropayê hatin şermezarkirin.
Kurdistanî û dostên xwe li çend bajarên Almanyayê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê, her wiha biryara der heqê her 3 şoreşgerên KCK’ê de bi tundî şermezar kirin.
Çalakvanan di çalakiyê de banga derketina li dijî dagirkeriyê kir û diyar kir ku heya êrîşên li Herêmên Parastina Medyayê bi dawî nebin, ew ê li qadan li ser pêyan bin.
Li paytexta Awusturya Vîyanayê jî, TEKO-JIN, TCŞ û çalakvanên antîfaşîst êrîşên dewleta Tirk bi çalakiyekê şermezar kirin.