Artêşa dewleta Tirk a qirker piştî gefên rêveberên xwe yên li ser Rojava, careke din bi balafiran êrişî herêmê kir. Di êrişan de, çavkaniyên jiyanî armancek sereke ya êrişan bû. Navendên xaz û elektirîkê yên li Tirbespî û Dêrikê kirin armanc. 3 welatî birîndar bû û ziyanên mezin li navendan bû.