RJAK’ê li Kerkûkê bi boneya 25’ê Mijdarê serdana gorên jinên bêkes kir

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê li Kerkûkê li ser gorên jinên bêkes şitilên daran çandin.

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê-RJAK’ê bi çandina şitilan li ser gorên bê kesan ên li Kerkûkê, bi dirûşmeya ‘Dijî reşkujiyên li ser jinan, bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî têkoşîn berdewame’ dest bi rêze çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê kir.

Jinan di çarçoveya çalakiyê de serdana gorên bê kesan ên li Kerkûkê kirin û şitil çandin her wiha gul danîn ser gorê jinên bêkes.

RJAK’ê diyar kir ku her sal bi sedan jin di bin navê namûsê de tên kuştin û ev jin di gorên bêkesan de tên veşartin ev bi xwe tundiyek mezin li ser jinê ye û got:

“Em ê têkoşîna xwe ya li dijî kuştina jinan bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bidomînin.”

Back to top button