Dewleta Tirk riya Til-Temir û Zirganê gulebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê didomînin. Duh careke din, dagirkeriya Tirk erebeyên welatiyan li ser riya Til Temir -Zirganê gulebaran kir. Hêzên Asayişê jî weke tedbîr, çûn û hatina li ser vê rê rawestandin. Li aliyê din, Meclisa leşkerî ya Girê Spî bîlançoya êrişên ser herêmê ya di meha Cotmehê de eşkere kir.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê didomînin.

Dagirkeran, duh careke din, li ser riya di navber Til-Temir û Zirganê de erebeyên welatiyan ên diçûn û dihatin gulebaran kirin.

“Riya Til-Temir û Zirganê ji bo ewlehiya welatiyan hat girtin”

Ji bo ewlehiya welatiyan, Hêzên Asayişê çûn û hatina li ser vê rê rawestandin..

Ji rêveberên Hêzên Asayişê ya navçeya Til Temirê Selman Nûhî derbarê mijarê de axivî.

Nûhî eşkere kir ku wan çûn û hatina li ser vê rêiyê ji bo ewlehiya welatiyan rawestandine û ev agahî li ser rewşa herêmê parve kirin:

Tevgera dagirkeriya Tirk li eniya Til-Temirê zêde bûye

“Zêdetirî 5 baregeh û bi dehan nuqte li gundên rojavayê riya Til-Temir û Zirganê hatine avakirin.

Ev yek li ser dirêjahiya 20 kîlometre ye û ji van baregehan welatî tên hedefgirtin.

Ne cara yekeme ku welatî tên hedefgirtin û me jî tedbîr ji bo parastina welatiyan girtin û rê girt..”

Meclisa leşkerî ya Girê Spî bîlançoya êrişan a mehekê eşkere kir

Li aliyê din, Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bîlançoya meha Cotmehê ya sûc û êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê eşkere kir..

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer ji dezgehên çapemeniyê re bîlanço ragihand û ev agahî dan:

“Gundên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê hatin hedefgirtin.

Gundên Seyda, Fatisa, Erîda, Gultep, Huriye, Mişêrfa, Eyn Îsa û gundên din ên nêzî eniyên şer hatin topbarankirin.

Zêdetirî 200 caran êriş li ser van gundan pêk hatin.”

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer balkişand ser rola Rûsyayê ya garantoriyê û bêdengiya li hember êriş û sûcên rojane û daxwaz kir ku helwestê nîşan bide.

Back to top button