Dewleta Tirk a dagirker duh saetên êvarê agir berda zeviyên navçeya Til Temirê. Hêzên dagirker him dişewitîne him jî nahêlê şênî û tîmên agirkujiyê ku şewatê vemirînin.
Hêzên dagirker di saetên destpêka vê êvarê de zeviyên çandiniyê yên gundên Rîhaniyê, Reşîdiyê û Qasimiyê yên bakurê rojavayê navçeya Til Temirê dan ber agir.
Hêzên dagirker tîmên agirkujiyê û şêniyên ku hewl didin agir vemirînin dikin hedef. Ji ber vê jî agir hîn jî nehatiye vemirandin.