Robak: “Qeyser” Rêveberiya Xweser nagire nava xwe

Nûnerê Amerîka yê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûrî William Robak ragihand ku “Qanûna Qeyser” herêmên Rêveberiya Xweser di nava xwe de nagire.

Nûnerê Amerîka yê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûrî William Robak di civînekê li gel nûnerên Rêvebriya Xweser a Kantona Kobanê de destnîşan kir ku cezayên “Qanûna Qeyser” li ser herêmên Rêveberiya Xweser nameşin û ew ê di çarçoveya bernameya piştevaniyê ya DYA’yê de hebe.

Di heman civînê de jî, rayedarên Rêveberiya Xweser gotin ku “krîza aborî ya heyî û dorpêça li ser herêmê bandoreke neyînî li ser xebatên tevahiya saziyan kiriye..

Her wiha bal kişand ser xeteriya Dewleta Tirk jî û diyar kir ku Dewleta Tirk li ser sînor sivîlan û milkên wan dike armanc.

Di dawiya civînê de Nûnerê Amerîka William Robak soz da ku ew ê raporeke berfireh radestî rayedarên Amerîkayê bike û ji bo pêkanîna çareseriyê jî bixebite.

Back to top button