Ji şêniyên Çilaxa û Til Hemîs helwsta dijî êrîşan

Şêniyên Qamişlo, Çil Axa, Til Hemîs, Girê Spî û Reqayê bi çalakî û daxuyaniyên cuda êrişên li dijî herêmê şermezarkirin.
Her wiha bang li hêzên naventeweyî hate kirin li dijî êrişan bi erkên xwe rabin û qada ezmanî li pêş balafirên dewleta Tirk bigirin.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kiriye.

16’ê vê mehê ango beriya 2 rojan dewleta dagirker Nexweşxaneya Til Rifetê bombebaran kir.

Di encamê de yek jê xebatkarê Nexweşxanê 4 welatî birîndar bûn.

Kongra Star li navçeyên Çil Axa û Til Hemîs jî bi daxuyaniyên cuda êrişên li ser herêmê hatin şermzarkirin.

Meclisa Kantona Girê Spî jî girêdayî êrişan daxuyaniyek da.

Hedefgirtina binesazî, cihên xizmetguzariyê mîna dibistan, nexweşxane, stasyonên avê û kehrebeyê hatin şermezar kirin û weha hat gotin:

“li gorî qanûnên navneteweyî hedefgirtina van cihan di demên şer de jî, qedexe ye.

Hat diyar kirin ku dewleta Tirk dixwaze ji van êrişan ewlejiya herêmê tevlihev bike, derbeyê li Îstîqrarê bide û xelkên wê bide koçberkirin.

Dawiyê bang li hêzên navneteweyî û Rûsyayê hat kirin ku li dijî êrişan bi erkên xwe rabin.

Li Reqayê jî endamên sazî, rêxistin û meclisên sivîl û Leşkerî li dijî êrişan dauyaniyek hevbeş dan.

Bang li aliyên peywendîdar hate kirin ku qada ezmanî ya herêmê li bêş êrişên dewleta Tirk a dagirker bigirin.

Artêşa Tirk a dagirker nexweşxaneya Til Rifat topbaran kir

Back to top button