Li dibistana Şehîd “Rojhat” a li Qamişlo perwerdeyek Hêzên Taybet “HAT” hat bidawîkirin.
Perwerde li ser navê Şehîd Botan bû û 16’ê Hezîranê hate bidawîkirin.
Malbata Şehîd Botan, Rêveberiya Giştî ya Hêzên HAT’ê û Şandeyek ji koolîsyona Navnetewî beşdarî merasîma bidawîkirina perwerdeyê bûn.
Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê endamên dewreyê ve destpê kir.
Piştre gelek axaftin hatin kirin û tê de soza domandina rêya şehîd Botan û tevahî şehîdan hate dayîn.
Perwerde 6 mehan bi beşdariya 56 endaman dewam kir.
Di perwerdeyê de derzên leşkerî, bîrdozî û siyasî hatin stendin.