Yek ji damezrînerên saziyên aboriya jinan û seroka Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê Eksar Ehmed koça dawî kir.
Eksar Ehmed duh 17’ê Hezîranê di encama nexweşiyeke giran de, koça dawî kir.
Eksar dayîka 6 zarokan e, ji gundê Hilinc ê Kobanê ye û ji biçûkahiya xwe ve li Minbicê dima.
Her wiha roleke mezin di rêxistinkirina civakê û perwerdekirina jinan de lîst.
Yek ji damezrînerên saziyên aboriya jinan a Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ye.
Her wha Seroka Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Minbicê bû û ji bo xurtkirina tecrubeyên jinan û peydakirina derferên kar hewl dida.