36 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

PDK’ê rê nade ku bi rojnamevanê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed re hevdîtin were kirin.
Rojnamevana ji başûrê kurdistanê Perêz Sabir diyarkir desthilata Herêmê naxwaze rojnamevan azad kar bikin, daku rûyê wê yê rast ji gel re eşkere nebe.

Bêhtirî mehekê ye rojnamevanê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.

Heta niha jî tu agahî jê nayê girtin.

PDK rê nade ku parêzer û malbat li gel wî hevdîtin bike.

Lewma ev yek fikarên li ser jiyana silêman ehmed zêdetir dike û her ku diçe bertek zêde dibin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed Nerîman Ehmed, di daxuyaniyek ji bo Rojnews de got:

“Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin, me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir.

Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin.

Tevî ku me piştrast kir ew li wê derê ye û agahiyên li ser cihê wî di nav Asayîşa Duhokê de hene, lê piştre wan gotin ku ew li jêr lêkolînê de ye û nayê dîtin.

Perêz Sabir: PDK’ê ji ewlehî û jiyana Silêman Ehmed berpirse

Rojnamevana ji başûrê kurdistanê Perêz Sabir jî destnîşan kir ku li Başûrê Kurdistanê nêzîkatiyên li beramberî rojnamevanan tên kirin ji aliyê her kesê ve tê dîtin û got:

“Em roj bi roj dibînin ku azadiya rojnamevanî, fikir û ramanê tê tengkirin.

Desthilat ji vê rewşê berpirse û her civakek dîkdatorî têde hebe, ruhê azadî di wê civakê de tê kuştin.

Perêz Sabir diyarkir Başûrê Kurdistanê ji bo rojnamevanan ne bi ewleye û wiha dom kir:

“Deshilat bi eşkere dibêje ew naxwazin azadiya rojnamevanî hebe û rojnamevanên azad dengê xwe derxin.

Deshilat ji bo tengkirina azadiya rojnamevanî di her alî de kar dike.

Ji bo rûyê wê ya qirêj eşkere nebe, dixwaze çavê gel bitirsîne û wan kor bike.

Ev yek ji aliyê me hemûyan ve bi zelalî tê dîtin.”

Ev 35 rojin agahî ji rojnameva Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button